Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [28.03.2021 operasyona hsdê ya li ser kampa holê] de;

3. Li gor daxuyaniyên fermî qonaxa yekemîn a operasyonê bidawî bûye. Operasyona ku bêhtir ji 5000 endamên asayîş û ypgê beşdar bibûn, 125 daişî hatine girtin. Ji van girtiyan 20 terorîst têkiliya wan bi kuştina kesên li kampê derketiye.


Here lînkê



03.04.2021 22:27 | tîrêj zana 21

1. Operesyona ji aliyê hêzên sûriya demokratîk li hemberî dilxwaz û piştevanên daişê bi durûşmeya "mirovî û ewlehî" hatiye dest pê kirin. Hêzên ypg, ypj, hat û yat jî beşdarî vê operasyona giştî bûne. Bi beşdarbûna 5000 şervan û piştgirya hêzên hevpeymaniyê operasyon didome. Operasyon li ser zêdebûna kuştina kesan li kampa holê hat dest pê kirin. Tê gotin ku jin û zarokên daişî di kampê de tede û zordariyê dikin û zarokan bi hizrê daişê mezin dikin. Ji loma hsdê bi hêzek girseyî û bi beşdarbûna hêzên taybet û ewlehiya hundirîn, digel wesayitên zîrepoş operasyonek berfireh da dest pê kirin. Îroj operasyon di roja xwe ya 5. De ye û hîn jî didome. Heya niha gelek kamuflajên leşkerl, fîşek û alavên birrek yên ku di bin axê de hatibûn veşartin hatine desteserkirin. Herwiha bi saya vê operasyonê kesên temenê wan ji 15a mezintir tên jimartin û şûna tilî û çavên wan tên tomarkirin.

Bi vê operasyonê rêveberiya xweser û hêzên ewlekariyê armanç kirine ku kampê ji xeteriya daişê rizgar bike û hêza xwe nîşanî piştevanên daişî bide. Heya niha operasyon serkeftî didome. Bihêzbûna hsdê gelek kêfa min anî.























01.04.2021 00:32 ~20:42 | tîrêj zana 21