Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [f-16 fighting falcon] de;

1. F-16 Fighting Falcon (bazê şerker), balafira şer ya yek motor û mûltîfonksiyon e. ji aliyê kompaniya general dynamics ve ji bo hêzên asmanî ya dya hatiye çêkirin. her çiqas weke balafirek sivik-neçîrvan hatibe niqirandin jî, bo gelek armanca tê bikar anîn. ji ber kabîliyeta manewra û bikaranîna berfireh ji gelek dewleta hatiye îhraçkirin. li gelek dewletan çalak tê emilandin. piştî şerê cîhanê yê duyemîn, li pey mig-21 û f-4 an 3. balafira herî zêde hatiye hilberandin e. ji tîrmeha 2016an virde 4.573 heb hatiye hilberandin.

tê hizirkirin ku ev balafir heya 2025an dê di xizmeta artêşa dya de bimîne. niha hêzên asmanî ya dya, hêzên asmanî ya tirk, hêzên asmanî ya îsraîl û hêzên asmanî ya misirê vê balafirê çalak bikartînin.

ev balafir ji aliyê dewleta tirk ve bo bomberana qendîl û başûrê kurdistanê, herwiha çiyayê bakurê kurdistanê tim tê bikar anîn.



19.04.2021 20:35 | tîrêj zana 21