Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bergiriyên tirşikê li hember êrîşên sîber] de;

1. Bergirî an parastina ku divê hatibe plankirin û sepandin da ku ev malper ciheke aram û emnî be. Heya niha ji aliyê rêveberî û moderasyonê ve çi daxuyanî nehatine dayîn. Di vê pêvajoya ku ez nivîskarê vê malperê me de çi erîş û hewldana hackkirinê ya ku pê hesiyame tune ne. Lê bi qasî ku min ji arşîva tirşikê xwendine, 3 bergirî an pêşîlêgirtin hatine sepandin.

1- netomarkirina ip, bi qasî ku rêveber diyar kirine ku navnîşana ip ya nivîskarê tirşikê di danegeha tirşikê de nayên tomarkirin. Ev yek rê li ber tespîtkirin û îfşakirina nivîskara digre.

2- nexwestina navê fermî, dîsa li gor gotina rêveberiyê, berê di forma endambûnê de navê fermî dihat xwestin û di danegehê de dihat tomarkirin. Lê belê êdî nav nayê xwestin û tomarkirin. Navên berê hatibûn tomarkirin jî hatine jêbirin.

3- rawestandina malperê, ev jî yek ji bergiriyên li hember êrîşên sîber yê ku hatiye sepandin e. Li gor gotegotan di êrîşeke sîber ya nijadperestên tirk de bo zirar û ziyan negihêje tirşikê, serverên tirşikê ji aliyê rêveberiyê heya demekî hatiye rawestandin. Ango derbasî rewşa xewê bûye.



(bnr: hackkirina tirşikê)



27.04.2021 00:17 | tîrêj zana 21