Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bûjen] de;

1. bûjen (ing: matter) ( tr: madde), pêkhateyên bihebî yên xwedî qebare û girse ne. yekîneya herî biçûk ya bûjenê atom e. weke mînak bi gihaştina hev ya du atomên hîdrojen û oksîjenek av tê holê. atom jî ji elektron, notron û proton pêk tê.

bûjen, bi buyerên fîzîkî taybetmendiyên xwemalî û nasname naguhere. lê bi buyerên kemî taybetmendiyên xwemalî û nasnameya bûjenê diguhere.

taybetmendiyên hevbeş yê bûjen;

-girse (mass)

-qebare (volume)

-atom û gerd (molekul)

-bêbizavî

-giranî

-binyata ceyranî

-binyata bihebî


cûreyên bûjenê:

-bûjena baryonîk

-bûjena vajî

-bûjena tarî


rewşên bûjenê;

-rewşa req

-rewşa şile

-rewşa gaz

-rewşa plazma



28.04.2021 18:06 ~18:08 | tîrêj zana 21