Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kamîkaze] de;

3. Ne navê balafirvanên japon e. Bi japonî tê wateya " bayê pîroz". Ev term ji bo êrîşên balafirvanê japon yê întîharî tê gotin. Di şerê cihanê yê duyemîn de artêşa japonî ya asmanî li hember hêzên asmanî yê dya lawaz û paşketî bû. Ji loma balafirvanên japonî serî bi yê emerîkî dernedixistin. Ji ber vê çendê dema balafira japonî derbe dixwar an rîska ketina wê çê dibû, ji bo maximum zirarê bigihijîne artêşa dijmin, balafirvana hewldida bi serkî li balafira dijmin biqelibe û întîhar bike da ku nekeve destê dijmin.

Paşê ev şêwaz hate pergalkirin û bo êrîşên komkî hate bikar anîn. Artêşa japonî balafirvanê xwe li taylandê perwerde kir da ku êrîşên kamîkaze pêk bînin. Piştî perwerdeyê êrîşa pearl harbor hat dest pê kirin. Balafirên şer bi teqemenî, cebilxaneya zêde, torpîdo û bi sotemeniyê zêde dihat dagirtin ku bo bandora teqînê bêhtir bibe. Balafirvan di keştiyê dijmin de cihên weke guwerte, jûra kontrolê, koşka kaptan, jûrên civîne yên grîng armanc digirtin. Êrîş di hewayên sayî an hindik ewravî de dihatin kirin.

Piştî balafirvan ji keştiyê cihek armanç digirt, berê balafirê dida wê xalê û bi lez balafir îrtîfa wenda dikir û bi qîrîna "hîsatsû" ya balafirvan lêkdan pêk dihat. Xala girîng heya lêkdan biqewime divê çavê balafirvan vekirî be. Heya taliya şer 3800 balafirvanên kamîkaze û 7000 zêdetir endamê artêşa dya hate kuştin.

Li gor hin çavkaniya cara yekem, berpirsyarê fîloya hewayî ya 341. Û baregeha taytema ya tokyo
Kaptan motoharu okamura weke fermî êrîşên kamîkaze pêşniyar kiriye. Di 15 pûşper 1944 an de bi amîrên xwe civiyaye û plana erîşê kirine.



05.05.2021 15:49 | tîrêj zana 21