Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [karbon] de;

1. hêmaneke jimara atomî 6 e. li gerdûnê 6. atoma ku pir tê dîtin e. di beşa ametalan de ye. ji ber ku karbon bi atomên din re 4 benda çê dike, gelek komhev û molekulan ava dike (bi qasî %94). atoma bîngehîn ya komhevên hidrokarbona ye. nîşaneya wê ya atomî (c) ye. gelemperî bûjenên ji karbonê pêk tê weke sotemenî tên bikar anîn. weke mînak komir, benzîn, mazot û gaza xwezayî. herwiha madena giranbuha elmas jî, yek ji allotropên grafîtê ye ku her du jî pêkhateyên wan karbon e. di banda valansê(tebeqa dawî ya hêmanê) de 4 atomên vê hêmanê hene.

di tabloya hêmanan de ji stûna ku karbon tê de ye, grûba karbonê (karbonîl) tê gotin. atomên di vê stûnê de di elektronîkê de wek semi-conduktor (niv-veguhez), di çêkirina transistor, diyot, fotodiyotan de tê emilandin. her wiha salên dawî bi dîtina karbonfîberê di gelek amûr, wesayîtên teknolojîk de ji ber sivikbûn/ saxlemiya wê tê emilandin.

(bnr: karbon 14)



05.05.2021 20:50 ~21:38 | tîrêj zana 21