Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li rojava tevlîheviya partî û hêzên çekdar] de;

1. Tevlîhevî û aloziyeke, heya niha min nedîye kes aniye ziman. Bawerim ew tevlihevî girêdayî pirbûna partî û komên kurdan e. Carna difikirim gelo ji bo tespîtkirin û sergêjandinê weha dikin.

Weke mînak:

- emerîka ji dêlava serokê an hevserokê rêveberiya xweser bi serokê hêzên çekdar re hevdîtinan çê dike. Mazlûm kobanî, serokê hsd ye. Lê emerîka ji wî pê ve kesekî mûxatap nagire. Tişteke balkêş e.

- rojnamevan, televîzyon û nûçevan di derbarê rewşa rojava de pirsan ji serokê hêzên çekdar re pirsan dikin.

- di avahiyên fermî de ji dêlava ala niştimanî an ala rêveberiya xweser ( kesk û sor û zer) ala hsd an ypgê tê daliqandin.

- ji bo yekgirtina partiyên rojava civîn çê dibe, li aliyekî enks li aliyê din mazlum kobanî datînin.


Kes nizane kî çiye. Hîyerarşiya di navbera saziyan de çawaye, nayê fêmkirin. Tiştê min fêm kir mazlûm kobanî di ser hemû partî, sazî û şexsan de ye. Gotina wî derbasdar e.



12.05.2021 22:11 | tîrêj zana 21