Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çemê zorê] de;

1. Çemeke sînorê navçeyên sasona êlihê û pasûra amedê ji hev vediqetîne ye. Navê çem bawerim ji ber zehmetiya kaş û palên derdora çem û xwe gihandina ber peravê wê tê. Tê de avgurmên bilind hene û di nava newal û geliyan de diherike.

Ez û çend heval me go em herin vî çemî lê kes ji me berê neçûbû. Me li gor nexşe û navîgasyonê heya bi gundekî nêzî wê hatin û jê pê ve rê qediya. Me firaq û xwarinên xwe li pişta xwe kir û eletexmîn berê xwe da çiyayan. Li ser wan zinar û palan bi qasî 2 demjimêra digel wî barî me li çem geriya. Ji ber ku şivanrêk(xaçirêk) jî tunebûn em çendîn cara ji ketina newalê filitîn. Lê piştî ewqas tehb em gihan ber çem û bi rastî hejayî ewqas tehbê bû.



14.08.2021 00:20 | tîrêj zana 21