Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mele abdullah kurdi xelila] de;

1. navê kanaleke youtube ye. herweha navê mele yê xwudiyê kanalê ye jî. mele ji gundê xelîla yê kerboranê ye. wezîfa resmî nake lê meleyê kurmancî ye. li ser tîktokê weşanên zindî dike û xelkê vedihewîne weşana xwe da ku pirsên wan bibersivîne û şîretan li guhdaran bike. mele her car bi van gotinan dest bi we'z û nesîhetên xwe dike;

'hemd û pesn her ji wî allahî re bin go rebbê alemê ye. salat û selamên xwuda li ser pêxemberê me bin, seyîd û serwer û rêzan û serokê me muhammed [asw], û li ser malbata wî yê hêja û heval û hogirên wî yên go di rêya xwuda de cîhad, xebat û berxwedan kirine û li ser çiqa ê go li pey rêç û şopa wan bimeşin heta roja dawiyê, heta roja qiyametê.....'

tişta vî melleyî girîng dike û dibe mijarek ji mijarên tirşikê ewe ku helbet axaftina wî ya kurdî ye. ji destpêka axaftina wî bigre heya bi vexwandina bînera, axaftina bi mêvan re û nivîsên wî bi kurdî ye. car caran mêvanên kurdînezan derdikevin, wê demê mele guhdar dike û bi kurdî bersiv dide. carnan jî bi tirkî bersiv dide. heya mêvanan dide zorê ku kurdî biaxivin.

min gelek ji axaftina wî û hewldana wîhez kir. kesên dîndar û heya yên ne dîndar karin wî bişopînin û bibin endamê kanala wî.





15.10.2021 21:14 ~21:16 | tîrêj zana 21