Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hespê cendirma] de;

1. Hespên leşkerî yên osmanî an yên artêşa tirkiyê yên ku bi wan dihatin gundan û zilmê li kurda dikirin. Ji loma di gelek şibandinan de ev hesp têne hilbijartin. Weke mînak dema jinên pêlavên panîbilind li xwe dikin û di kuçeyan de teq reqa nigê wan tê, dibêjin ma bêbavê wek hespê cendirma bi çargavî diçe. Dema tiştekî bi hêz û qewet dibînin, dibêjin wek hespê cendirma ye.



10.11.2021 14:50 | tîrêj zana 21