Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [16.11.2021 qedexeya konsera mem araratî] de;

1. Ji aliyê şaredariya keçîoren ya enqereyê, konsera mem ararat ya ku wê 4ê berfanbarê bihata lidarxistin, bi hinceta stranên kurdî wê werin gotin hatiye qedexekirin.

Li gor daxuyaniyên mem ararat, ji bo konserê hemû girêbest hatibû kirin û bilêtên konserê jî hatibûn firotin. Lê belê şaredariya keçîorenê peyam şandiye û gotiye " me nizanibû li vê konserê wê stranên kurdî werin gotin. Ji loma em wek şaredariya keçîorenê rê nadin bi kurdî konser werin lidarxistin".

Piştî buyerê, parêzerên mem ararat, komîsyona zimanê kurdî ya baroya şirnex û wanê doz li şaredariye vekirine. Herweha parlementera hdp meral daniş beştaş li meclîsê vê buyerê rexne kiriye û gotiye "ev qedexe wê nikaribin kurdî ji holê rake an bide jibîrkirin"

Herweha hêjayî bibîrxistinê ye, keçîoren navçeyek metropola enqerê ye. Li enqerê yekemîn, li tirkiyê duyemîn navçeya herî mezin e. Gelheya wê bi qasî 938 hezar e. Serokê şaredariyê ji partiya akp turgut altinok e.



17.11.2021 12:53 | tîrêj zana 21