Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwi û xu] de;

2. Du pêşgir, daçek, nîvpeyvên -de her çi bin- weke hev nayên gotin in. Li mêrdîn peyvên ku van çîkan ( ji bela ku nizanim bê ka ev dikevin çi kategoriyê û nivîskarê jor jî diyar nekiriye, weha dibêjim) tê re derbas dibin, li gor herêmên din bêhtir fireh tê xwendin. Ango dema tê xwendin dev pehn dibe. Ferqa "xwi" û "xu" ewe ku dema "xwi" tê gotin deng ji qirikê dest pê dike, lêv tûj dibe û paşê hinekî lêv paşde tê û fireh dibe. Jixwe li hin herêmên mêrdîn ku dikeve bakur-rojavayê wê, gotina "xwişk" tune ye. Ji dêlava wê "xweh" tê emilandin ku ev peyv hêj bêhtir devê pehn dike. Lê "xu" ji qirikê dest pê dike û lêv tûj dibe. Li vir diqede.


Nîşe: nizanim min çima vê meseleyê ewqas dirêj kir lê ya jê ecêbtir ev mijar ji ku hate bîra nivîskarê mijarvekir?*



07.01.2022 01:50 | tîrêj zana 21