Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [apollonia ad rhyndacum] de;

1. Gundeke dîrokî a bi ser navçeya nilüfer ya bursayê ve ye. Bi tirkî gölyazı û di dema osmaniyan de apolyont hatiye gotin. Ev cih yek ji bajarên antîk yên yunana bûye. Navê xwe ji xwedawendê mîtolojîk yê yûnan apollon wergirtiye. Gund li ser giraveke dîrokî ye ku, ew girav jî li bakurê gola uluabatê ye. Girav li qeraxa bejahiyê ye û bi tenê bi pirekê çûnhatin tê kirin. Bi qasî 7 km dûrî rêya otoban ya bursa-izmir e.


Gund ji malên kevn û ji çend jêmahiyên avahiyên dîrokî pêk tê. Li pêşberî gund teatrayek kevnar hebûye lê îro ji çend keviran pê ve li ser niga nemaye. Derdora gund sûrek mezin hebûye lê ew jî îro ji çend dîwarên xerabe û bingehên sûran pê ve nemaye. Gelek avahî bi wan kevirên sûran hatine çêkirin. Di ber gund de darek çinarê heye ku jê re dibêjin ağlayan çınar gelekî mezin û kevn e. Hingî şaxên wê mezin û jê dûr bûne, ji binî de kolonên bi hesin dane bin guliyê wê. Herweha li nava gund pîrekên gundî şamborekan (patîle) çê dikin û difroşin. Gelek firoşgehên tiştikên bo xelat lê hene. Li gund gelek kelekên biçûk hene ku geştiyaran li ser golê digerînin. Li derveyî giravê sûkek hatiye danîn ku ji gelek xwaringeh û kafeyan pêk tê. Li ser riya gund gelek zeviyên darên zeytûnan yên bê serûber hatine danîn.



15.03.2022 23:58 | tîrêj zana 21