Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gola uluabat] de;

1. Goleke ava şêrîn ya li herêma marmaraya tirkiyê, di nav parêzgeha bursa de ye. Dirêjiya wê 24 km firehiya wê 12 km ye. Rûberê wê 136 km^2 ye û di dema şilîyê de carna heya bi 160 km^2 derdikeve. Gol ji hêla 2 çeman ve tê avdan û di nav de 9 giravên biçûk û mezin hene. apollonia ad rhyndacum jî yek ji wan giravan e.

Li gor hejmartinek 1996an 429.423 heb balîndeyên avî hatine hejmartin. Ji sala 1998an ve gol weke herêma ramsar hatiye tomarkirin. Kûrahiya golê ya nîvekî dora 2-2,5 m ye. Cihê herî kûr yê golê jî 10 metre ye. Herweha ji ber avêtiyên pişesazî û madenan gol di ber talûkeyê de ye. Kanalîzasyona gelek gund û navçeyên derdora golê li serê ye û ev yek ava golê qirêj dike.



16.03.2022 00:18 | tîrêj zana 21