Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tava sor] de;

2. Rêzefîlmeke li herêma cizîra rojava hatiye çêkirin. Fîlm li ser behsa şerê cizîra botan ya salên 2015-2016an li bajêr qewimîn dike. Xwuya ye gelek ked hatiye dayîn û hatiye fînansekirin. Ji aliyê komîna fîlm a rojava hatiye çêkirin û keda tev-çandê jî tê de heye. fîlm wek ku hinek propaganda jî dike û gel serwext dike. Loma rêzefîlmên weha ji bo avakirina hişmendiyekê jî tên emilandin.

Wekî din divê diyalogan hinekî din jî zûtir bikin ku ji ber hêdîbûn û klasîkbûna wan mirov aciz dibe. Xalek din jî eve ku dialogên tirkî qet wernagerînin û binnivîsa kurdî lê zêde nakin. Heçku hemû kurd tirkî zanin an tirkî zimanê dinyayê ye. Teknîkek weha li tu derê tune ye. Fîlm kurdî ye û bo kurdan hatiye çêkirin lê cihê tirkî ne werdigerînin ne jî binnivîsê datînin. Yê ku tirkî nizanibe wê çi fêm bike? Divê ji vê şaşiyê vegerin. Hêvîdarim beşên din ne bi wî awayî bin.

Roja sêşemê beşa ewil li ser televîzyona stêrkê hat weşandin. Li ser youtubeyê kanala nefel production weşandiye.





09.06.2022 15:48 | tîrêj zana 21