Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara tirşikê] de;

29. Kovara ku hemû tirşikvan soza piştgiriya wê dane, lê çi kesek neketiye nava hewldanekê. Ev 3 sal e jî qet behs lê venebûye û di sergoya tirşikê de ber bi wendabûnê ve diçe.

Vêga em werin ser meselê û ciddî bin, bi min tişteke pêkan e. Li tirşikê nivîskarên jêhatî gelek in. Ger bi rastî jî bixwazin û hewlbidin dê karibin di nava mehekê de kovarê debixin. Kovarek 3 mehê carekî derkeve, salê 4 kovar dike. Ne tiştek ewqas zehmet e. Di derbarê kovaran de tecrube û zanîna min tune lê ji îro pê de ezê lê bikolim. Û li benda wê roja ku moderator an tirşikvanên jêhatî dest bi karek bi vî rengî bikin da ku piştgiriyê bidim wan.

Rewşa tirşikvana nizanim lê wekî herkesî karê hemuyan heye. Lê kar dê her tim hebe û tu carî emê vale nemînin. Loma jî divê mirov ji xwe re neke hincet û bi fedakarî piştgiriyê bide karên bi vî rengî. 5 sal berê şikestî gotiye " xwudê hez bike, emê 2-3 sal şûnde kovarekê derxin" lê mixabin vaye em ketin sala 6 a. Çima weha bû? Ji ber ku kesî vî barî hilneda ser milê xwe û newêribû xwe têxe bin vî barî. Yên berê vî karî kirine, tirşikvana çavtirsandî kirin. Her kesî gotiye dê tiştek baş be lê kesê xwe nedaye ber an bi awayek net neaxiviye. Her kes gotiye çi ji dest me hat emê bikin lê negotine çi ji destê wan tê.

Wer hasil kelam ezê çendakî li ser vê mijarê bikolim û lê binehêrim bê ka çi ji dest min tê. Ji aliyê maddî ve rewş çawaye? Bo weşandina wê çi divê? Kî dê çi piştgiriyê bide? Di piyasê de valahiyek çawa heye? Em karin bibin alternatîfek? Emê karibin ji heq vî karî derkevin? Pirsgirêkên siyasî dê derên pêşberî me?



02.01.2021 22:34 | tîrêj zana 21