Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nihat doğan] de;

14. Kesê ku van dawiya bi kurdayetiya xwe hesiya ye. Dema min li hesabê wî yê twîtirê nêrte min bawer nekir. Min go qey pkk hack team li vê jî daye. Lê na wele hesab hêj di destê wî deye. Twîta bi kurdî " hûn nebin yek, hûnê bimrin yek û yek.. şev baş hevalno " li jora tiwîtê xwe sabît kiriye. Paşê bi çend twîtan avêtina qeyûma li ser şaredariyê kurda şermezar kiriye û ev jî ne bese di serda jî li girtiyên siyasî yên di bin xetera vîrûsa koronayêde jî xwudî derketiye. Paşê jî di twîteka xwe de gotiye ku bûrokratên tirk min tehdît dikin bi avêtina girtîgehê û gotiye " giyanê min ji yê di girtîgehê de ne girîngtir e. "

Wêneyê hesabe xwe yê qapaxê jî kiriye ew û jinikeke bi cilê kurdî rûniştine. Belê ev vegera wî ji ber çiye, min jî fêm nekir lê di pêşerojêde li gor kiryarên wî emê fêm bikin bê ka çiye û ne çiye..



17.05.2020 00:31 | tîrêj zana 21