Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ampûl] de;

9. Amûra ceyranî ya bi navê ampûla sor tê zanîn e. Car caran ampûla akor jî tê gotin. Teşeya wê, şûşeyeke cam e û doxa wê perçeyek hesinê girover e. Ev hesin dişibe cerê. Di hundirê şûşa wê de xaza argon heye. Ev xaz dema disicire şewq û ronahiyê dide derdora xwe. Di hundirê şûşê de têleke bi navê tûngsten heye ku ev têl li hemberî herka cêyranê û germahiyê pihêt e. Seriyên vê tûngstenê bi hesinê ku me behs kir ve girêdayî ne. Ev hesin derbasî kovika cêyranê (dûy) dibe da ku herka cêyranê bigihîne têla tûngsten. Dema cêyrana 220 v ya herka pêlpêlok li ser vê têlê derbas dibe, têl heya 3000 pîleyî jî disicire û sor dibe. Ev germahî xaza hundirê şûşê jî germ dike û şewq ji ampûlê dere.

Ampûl cara yekem ji aliyê humphry davy ve hatiye çêkirin. Lê ampûla wî temenê wê pir kurt bû. Di heman salan da thomas edison û joseph wilson swan ampûleke temendirêj çêkirin. Di sala 1880 an de jî edison vê ampûlê pêşde bir û ampûla modern ya îroj tê zanîn afirand.

Lê belê ev ampûl ji ber ji şewqê bêhtir germahiyê çêdikin zêde cêyranê dixwin. Ev yek jî bû sedema derketina cûreyên ampûla. Piştî derketina lembê led û floresan êdî zêde ev ampûl bikar nayên.



06.05.2020 15:24 ~16:24 | tîrêj zana 21