Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [friedrich schiller] de;

2. gazinda keça ciwan

Xuşîna daran, firîna ewran,
Keçek rûniştye li hêşînahîyên qeraxê,
Pêl lê didin wek dêwan,
Lê belê axîn dikêşe, reşahîya şevê de,
Çavên wê xunav girtî ji giryan
...
"dilê min mir, virtûvala ye dinya
çi tişt êdî nade arezûyan
bibe cem xwe tu b' xwidê kî
hebûna pîroz, zarokê xwe,
min tam kir têra xwe
bextewarîya ser erd
min jîn kir, hezkir!"

badilhewa diherikin diçin hêstirên çavan
mirîyan navejînin ev gazindên biêş
lê bêje, çi xem direvîne, çi sax dike dil
piştî windabûna dilgeşîya hezkirinek şîrîn,
ez, hebûna esmanî, te bêpar nahêlim ji wê.

jê bigere bila avê de biçin hêstir;
bila nevejînin mirîyan ev gazindên jandar!
ji bo dilê şîn dike bextewarîya herî şîrîn,
nalîna bi jana hezkirinê ye,
piştî windabûna dilgeşîya hezkirinek şîrîn.

friedrich schiller



17.03.2020 05:18 | hespêsor