Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [léon: the professional] de;

5. hişyarî derbarê fîlm de belkî piçek spoiler hebe!
ji hêla lîstikvanî Û SÎNEMATOGRAFÎ VE filmek bêqisûr e. bi taybetî natalie portman performansek zêde serkeftî lidarxistye. herwiha jean nero bi kuştina polîsan seheta xwe gelek xweş kirye. bi sehneya beethoven gary oldman jî mala bavê xwe mîrat kirye. (bûye sebeb mirov sempatî bide polîsek xwînmij)

li hêlekê kujerek profesyonel, tenê dijî: li hêla dî keçek 12-13 salî ji bilî brayê xwey biçûk û xeyalên xwe tiştek nîne. piştî malbata wê ji alî polîsan ve tê qetil kirin tu kesek xwe namîne. neçar xwe dispêre leon. taybetmendîyek hevpar a herdûyan heye ku ji bilî bûnewerîya xwe tiştek wan tune ye. mirov mecbûrê mirov e. ev mevbûrî piranî xwe di şeklê xoşewîstî û hevaltî de bide der jî ev rastîyê ji hemî milan ve îfade nake, an jî ev her dû cûre jî ne statîk û yek wate ye. gelek cure, wate û şêweyên hezkirinê, hevaltîyê hene. bi gotinek hîn rastir şeklê hezkirinê nîne, ew av e, dikare di her rewşê de cih bigre. ne tenê bi fehmkorîya fruedyen, li gor distûrên civaka heteroseksuel jî hezkirin wê baş neyê nirxandin. helbet ev tercîhek e, lê divê neyê ji bîr kirin tişta tê xwendin an seyr kirin ji fehmkirina me zêdetir e. tişta min ji fîlm fehm kirî derhêner rê li ber te vekirye tu fîlm bi çar gotinan bêqîmet bikî, lê dema mirov bala xwe dide ew bizava ji bo wê şênkatîyê dikin, çawan qîmet didin jiyanê, çawan hev dû av didin, tav didin hev hingê fîlm hezkirinek pak bexşî mirov dike. despêka hezkirinê "ez" be jî, ev ne qaydeyek e ku her dê wisan be. ma tiştek heye mirov ji bo hezkirinê, ji bo wî/wê neke? fîlm bersiva vê pirsê dide.



02.03.2020 23:10 | hespêsor