Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dîroka alternatîv] de;

1. cûreyekî wêjeyê ye. li gelek şaxên wêjeyê hatiye bikaranîn herwisa lîstikên komputuran ên bi vî cûreyî hene. Li gor vê disiplînê bi guhertina kesayetek dîrokî an jî bûyerek biçûk pêkane gelek tiştên pir cuda biqewimin.

ez gelek caran li ser dîroka kurdistanê difikirim ku gelo ev bextreşîya me ji kû despêkir. Pirî caran pirs min digihînin bersiva sosyo-ekonomi, rêxistina civakî, paşê jî şertên jeopolîtîk nizamçi. Lê hingî kûr biçî her pirsgirêk heye di dîroka me de. Serdemek zêrîn nîne. Hebe jî pir lokal û demkî ye.

heger hûn niha lîstikek komputurê li gor dîroka alternatîv hatî sazkirin bileyzin hûnê çi bikin?

Ezê biçim mîrektîya botan, navbeyna xelefê şûfî w êzdînşêr çêkim. Paşê serokeşîrên herêmê kom bikim û hinek îmtîyaz bidim wan û ji dilovanîya wan piştrastbim. ji alîyê dî ve bi ingilîz û rûsan re têkilîyên dostane çêkim. Heta di hindir û ji derve de quweta xwe kom nekim û heta şerek mezin neqewime himber osmanîyan serîhilnadim.



03.05.2020 00:19 ~00:21 | hespêsor