Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran] de;

30. (bnr: ev jî dike çil milyon kurd)



08.04.2020 14:21 | hespêsor

28. gelek tişt hene bên kirin. gelek jê hatine gotin. malperên ji dervey medya civakî hebûna xwe digihînin çalakbûna ser sepanên tên zanîn. hesabên tirşikê ên ser wan sepanan ne çalak in. divê li gor rojev û pêdivîyan xwe nûjen bike. her roj li ser wan sepanan nivîs ji tirşikê bên weşandin. ev barê moderatoran e. divê zêdetir çalak bin. ya dikeve ser me hemî nivîskaran jî divê em çendanî û çawanîya mijaran zêdetir bikin.

dema li google tirşik dinivîsim xwarina tirşikê, entrya tirşikê a ser ekşi sozluk, paşê tirşik.net derdikeve. ji alî reklam dayînê ve jî qels maye. heger bêt qebûl kirin em di karin nêv heçî dixwaze de bêşek çê bikin.

weke hin hevalan gotye em dikarin hevpeyvînan û podcastan bi kesên hêja re bikin. çima nekin?



14.03.2020 22:41 | hespêsor