Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [soryaz] de;

5. stranek gelêrî ya botan e. Strana eşîr û koçerên ji şirnex-cizîr-silopî diçûn zozanên derdora çiyayê kato. Weke peyama jor li gelek cihan peyvek stranê xelet hatiye nivîsîn. di rêzika çaremîn de dibêje:
me xweş tîtinek heye, tu bixe qelûna xwe ye

Stranê de navê du deveran derbas dibe:
kelha hotê : deverek çiyayî li pişta kêla memê ye, nêzîkî herekol e. Kox e, dişibe kelehan.

derîyê qaçê : ew jî nav wan çiyayên balepal de bargehek e. Asê ye.

Dema guh didim stranê bayek evînî ji wan zozanên bilind li rûyê min dide. "Qewlê min û yara min" dibe ku qewlê du evîndarên ji du eşîrên cuda bin û bi hatina heyva gulanê, li kelha hotê mirada xwe hasil bikin.



05.04.2020 16:16 ~16:29 | hespêsor