Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hespêsor

profîla "hespêsor"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [müfid yüksel] de;

14. (bnr: ne ereb im, ne êran im, ne turkekî şaxistanîm)

Ne nûnerek kurdane. kesê pirsa xwe ji wî ne kirye û dê neke. ne ew ne kesên di nav çarçoveya tirkiyeyî de nikarin ser navê kurdayetîyê tiştek bêjin. Kurd netewek sekuler e, bi sekulerîya xwe tê zanîn. Ji ber vê yekê, li himber nîjadperestîya tirkan, paşverûtîya ereb û farisan, civakên ewropayî û emrîkî bi kurdan dilgermin. Ev rastî divê neyê paşguh kirin. Kesên wek mufîd haya wan ji vê yekê heye û jê acizin.

Bi modernîzmê re her netew dewleta xwe avadike, her ziman xwe netewî dike, pêwîstîya kurdî jî bi nûjenbûnê heye. Hêzên doza kurdan dimeşînin sekulerin, lewma bi awayek modern ziman nûjen dikin. Ka rêxistin û navdarên misilman çi xebatên siyasî bo kurdan kirine da rûyê wan bigire bêjin em vê dixwazin wê naxwazin. Minê hêj binivîsanda lê paşê min got (bnr: fuck it).



09.05.2020 12:27 ~12:30 | hespêsor