Tirşik - Profîl
tirşik-profîla de facto hozan

profîla "de facto hozan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fırat aydınkaya] de;

3. parêzer û nivîskarek e.
mirov dibêje camêrî soz daye ermeniya da ku kurda ji bo kuştina ermaniyan bike yekemîn berpirsyar. rêya te xelet e firat beg. îro mixabin kurd di nav dagirkirina libyayê, efrînê filan da jî hene. ma tê wê wateyê ku em kurd hemu wisa nin an jî piştgiriya tirkan dikin? Ew kurd me temsîl nakin.
ew bûyerên li kurdistanê hemberê ermeniyan jî çêbûy ne tenê kirinên kurdan in. Kurd ne rêveber in, ne xwedî dewlet in ne artêşek yek û mezin heye. wê çawa bi hêsanî kurdan bikî berpisyar. tiştek ecêp xelet e. ya din jî ermenî jî çi aşiqê me kurdan nînin.û mirov nikare bêje ew jî bê guneh û reben in. erê xwezî ew kuştin nehatiba serê tu kesê xwezî wek birayan li gel hev bijiya ban lê çi bikin qewimî. ema ji bo wê qewimiyê kurdan nekin hedef, guneh e. ka em bipirsin kurdistana sor çi lê hat? ermenistan ji bo kurd û kurdistanê çi dibêje û difikire? pir tişt hene divê kurd neheqiyê li xwe neke û wî sûçê li xwe neke.
hemu ermenî xeyala xwe de sînorên xwe yên rojava fireh dikin û wan,îdir,qers agirî filan ya xwe hisêb dikin. em kurd wê çawa bifikirin gelo? tirk têra nakin dora ermeniyan e?

ew meselên wisa giring heya aliyê komek dîrokzanan ve, lêkolînên baş neyên kirin divê hêsanî bi gotinên kesîn kes neyên kirin. ji ber ku encamên wê mezin in.



23.04.2020 04:42 | de facto hozan