Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [firawer] de;

5. di çanda Zerdeştiyê de, cîhan her tim di rewşa tevger, bizav û pêşkeftinê de ye. ev tevger û pêşkeftin, di hebûne de cur bi cur e. wek bizava fîzîkî, kîmyayî, mekanîkî,rûhî gewherî û hwd. ev tev bi hevre di çanda Zerdeştiyê de bi şêweyê felsefeyeke cuda behsa wan hatiye kirin û jê re firawer hatiye gotin. li gorî vê felsefeyê, di cîhana hebûne de, di nav her hebûneke bi xwe de wizeyeke wê heye ku dibe sedema pêşkeftin û guherînê.

Etîmolojîya peyva firawerê:
Peyva firewer an fireweş peyveke avestayî ye, ji du peyvan pêk hatiye.
"fira" bi wateya pêş e, "wehr" an "weşî bi wateya zêdekirin an birinê ye ku bi hevre dibe (paldayi: " roj bi roj zêdetir pêşkeftin" an jî pêşveçûn.

çavkanî: Etîmolojî, ji pirtûka zerdeşt û Avesta.



01.05.2021 21:24 ~21:25 | yûsiv