Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwekujî] de;

11. Tevgera ku li van salan li Kurdistan û Tirkiyeyê zêde bûye. Piştî hêdî hêdî hilweşîna aboriya Tirkiyeyê gelek dê û bav bi hev re vê tevgerê pêk tînin. Her çiqas serokwezîr û hikûmeta Tirkiyeyê bibêje em difirin, em her roj di nav rêza welatên herî pêşketî de cihê xwe garantî dikin jî rewş diyar e.

Li van rojên dawî jî malbatekî Êlihî li Stenbolê beriya xwe bikujin bebika xwe danîna li cem cînarê xwe piştre jî xwe kuştine. Her roj Wekî vê gelek nûçe derdikevin pêşiya me.

Li welatên pêşketî û bi taybetî li welatên Asyayê rêjeya xwekuştinê gelek bilind e. Ez matmayî dimînim ku çawa di welatên pêşketî de rêjeya xwekuştinê ewqas zahf e. Wisa bawer dikim ku yek ji wan sedema yek jî xwedênenasî ye. Ji ber ku li welatên Dînî rêjeya xwekuştinê li gor welatên din gelek hindik e. Helbet bawermend jî xwe dikujin lê ne wekî xwedênenasîya.



22.02.2021 22:09 | yûsiv