Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îbrahîm yunusî] de;

1. Îbrahîm Yûnisî wergêr û nivîskarekî kurd bû. Ew di sala 1926an de li Baneyê (Rojhilatê Kurdistanê) ji dayik bûye. Wî doktoraya aboriyê di Zanîngeha Sorbona ya Parîsê de xwendiye. Ji ber çalakiyên siyasî di sala 1954an de tê girtin û 8 sal ceza lê tê birrîn. Ew di zindanê de hînî zimanên Îngilîsî û Fransî dibe.

Nivîskarê navdar bi dehan berhem nivîsandine û xwedî 60 berhemên wergerê ye, bi taybetî, ji îngilîzî û fransî bo farsî.

Îbrahîm Yûnisî yê ku 86 salî bû, di 8ê reşemiya 2012yan de li Tehranê koça dawî kir û di roja 10ê reşemiyê de jî termê wî li goristana Silêman Begê ya Baneyê spartin axê.



19.06.2020 20:22 | yûsiv