Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [max planck] de;

1. Max Karl Ernst Ludwig Planck 23yê avrêlê 1858 li Kielê hat dinê. 4ê kewçêrê 1947 li Göttingenê jî jiyana xwe ji dest da. yek ji fîzîknasên navdar ên alman e. Ew wekî avakerê fîzîka kuantumê tê zanîn. Sala 1918a Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Planck wekî Albert Einstein, yek ji giregirên fîzîkê ye. Gelek caran bi hev re xebitîne. Planck gelek angaşt û formûl avakiriye û bipêşxistiye. Bo mînak Neguhera Planck, Zagona Planck a tîrêjdayînê hwd. Hêj di 30 saliye xwe de dibe gerînendeyê enstîtuya fîzîk a Berlînê. Doktoraya xwe bi angaşta ravekirina ristina hîdrojenê dide lê ew pirranî bala xwe berdide fîzîka matematîkî. Keşfa cîsmên reş dike û bi wêrekî fîzîka heyî û rûniştî rexne dike. Sala 1900ê êdî keşfa wî ya mekanîka kuantumê amade ye.


Di jiyanê de xwedî ramanên hişk û biryardar bûye. Lawê wî tevlî çalakiyeke kujerî li dijî Adolf Hitler dibe. Sazûmaniya nazî ji Planck dixwazin heger ew bi fermî û eşkere piştgiriya xwe bo rejîma faşîzmê bike dê lawê wî were azadkirin. Planck vê teklîfê napejirîne û ramana xwe ya li dijî faşîzmê nafiroşe. Lawê wî paşê tê kuştin.



20.06.2020 21:21 ~21:23 | yûsiv