Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêşbaziya çîrokên neqediyayî] de;

1. Romana Şener Özmen a duyemîn, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, (romana wî ya pêşîn, Rojnivîska Spinoza, Lîs, Îlon 2008) romaneke wisa ye, ku hêmanên ezmûngerayîtiyê dihebîne, tixûbşikêniya zimên a di nasnavê de ji xwe re dike serêşî, bi riya şêweyê peywendiyên lehengên xwe nîşanî me dide, ku nasnava Kurd – bivê nevê – ne aydî wan navendên nasnavî ne, ku dor lê girtine, lê tevî dirûvê xwe yê têkşikestinê, bi xwe navendeke nasnavî ye. Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî vê yekê di heman demê de bi ser dixe, ku ziman û ezmûngerayîtî di demajoya nivîsandinê de li berûberê hev bi rê ve diçin.



Romana Şener Özmen a vê carê bi tevgerbariya zimanê xwe ve derdikeve pêş, lehengekî bi navê Sertac Karan tîne mexderê. Tu guman tê de nîne, ku Şener Özmen romannûsê Kurd ê îro û sibehê ye.



30.06.2020 16:27 | yûsiv