Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qertafên nebinavkirî] de;

1. Di kurdî de du heb qertafên nebinavkirî hene.

1) -ek (yekjimar)
2) -in (pirjimar)

-----------------------------------

1) -ek (yekjimar) :
wateya nenasiya tiştekê dide.

Wekî

Li baxçeyê me darek heye. (darek heye lê em nizanin kîjan dar e.)

Li bajarê me dêrek heye.

2) -in (pirjimar) :
Wateya nenasina tiştina ango ji yekî zêdetir dide.
*** şûna hinê digire.

Wekî

Hevalin li sûkê ne. (dîyar e ku li yekî
zêdetir heval hene)
Hin heval li sûkê ne.

Zarokin li kolanê dilîzin.
Hin zarok li kolanê dilîzin.



28.10.2020 23:53 | yûsiv