Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [giyana pîroz] de;

1. Piçek etîmolojî.

Giyana pîroz di zimanê ku Încîl li hatiye nivîsandin de ango di zimanê yewnanîyê de wekî pneuma tê nivîsandin. Wateya peyvê rih ango giyan e. Di zimanê îbranî de jî רוח הקודש bi vê awayî tê nivîsandin û bi vê awayî tê xwendin ruah hakodeş.


di xrîstiyaniyê de giyana pîroz:

Di mezheba protestan, katolîk û ortodoksê de giyana pîroz bi xwe xwedê ye. xwedê xwe di sê forman de şanî mirovan daye, bavê ezmanan, Îsa û giyana pîroz.. Navê vê baweriyê jî teslîs e.

Li gor van perspektîfên Xiristiyanîyê giyana pîroz, wekî siya xwedê ye ku xwe bi xwe xwedê ye. Li gor baweriya wan hêza baweriyê, bi Xwedê re axavtin hwd. Hestên wiha xuya bûna giyana pîroz e.

Li gorî ayetên Încîlê jî giyana pîroz, giyana xwedê ye. Xwedê, ji Îsa re û ji bawermenda re şandiye ku ji bo mirov di xweşî û aramiyê de bijî. Li gorî wan mirov, xwedayê ku nedîtine bi saya giyana pîroz dibînin û bi saya wê jiyaneke azad dijîn.

Îsa dema li ser rûyê erdê bû, ji mirovên ku baweriya xwe bi xrîstiyaniyê anîne re van gotinan rêz kiriye. Dema giyana rasteqîn a ku ji bav - xwedê derketiye li ser we hat rijandin wê we bibe her rasteqînê.


* li gorî hin kesên misilman feraklitê di Încîlê de derbas dibe Mihemed pêxamber e. Lê ev dereweke mezin e. Ji ber ku feraklit giyana pîroz bi xwe ye.

di îslamê de giyana pîroz.

Giyana pîroz ango ruhul kudus di Quranê de jî derbas dibe. Li gorî zanyarên teolojîyê ew cebraîl bi xwe ye.



12.12.2020 21:18 | yûsiv