Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serdema mezolîtîkê] de;

1. Ango serdema kevirî ya navîn 20.000 -12.000 sal B.Z)
Di navbera 20-12 hezar sal B.Z de, weke serdema Mezolîtîkê, tê naskirin. Ji vê serdemê re, serdema qeşayê ya dawî jî tê gotin. Di vê demê de, li Mezopotamyayê, demsal ji bo jiyanê guncaw bû. Ev dem, demeke navber e ku derbasbûna pêvajoya Neolîtîkê pêk tîne. Her wiha, komên mirovan jiyana xwe bi nêçîrvanî û komkirina şînatiyan diborandin. Lê di dawiya vê serdemê de,qeşa li ser rûyê erdê kêm dibe û li ser rûyê erdê rewşa avhewayê hêdî hêdî, vediguhere rewşa avhewaya roja me ya îro. Li şkeftên herêma Colemergê, gelek bermahiyên vê serdemê hene.



05.02.2021 14:48 | yûsiv