Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [siya evînê] de;

10. yek romanê Mehmed uzunî yê klasîk e. tê de behsa çîroka Memdûh Selîm beg dike. di destpêka fêrî kurdî dibûm min ev romanê xwendibû. tê bîra min ku di hîn ciha de giriyam. Mehmed uzunî wekî romanên xwe yên din dîsa janê xistiye pêş û mirov li evîna Memdûh Selîm Begê bi matmayî dixwîne. tê de tê behs kirin ku Memdûh Selîm beg ji ber welatê xwe dev jê evîna xwe berdide û diçe şoreşa Araratê.

piştî min ev pirtûk xwendibû Memdûh Selîm beg bibû yek idolek jiyana min. Wekî pirtûka xwe ya bi navê bîra Qederê Mehmed uzunî mirovek gelek delal û hêja diyarî min kir. Dîsa dema nû bi dest kurdî kiribû min pirtûka bîra Qederê xwendibû û bi rastî ew pirtûk bibû mîladek ji bo min. ne hewceye ku li vir behsa zimanê Mehmed uzunî bikim. zimanek gelek herikbar û peyvên sivik bi kar aniye ger ji bo destpêkê hûn pirtûkek diyarî yekî an yekê bikin bi min yekser vê pirtûkê diyarî bikin.



11.06.2022 23:19 | yûsiv