Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [festîvala phuket a vejetaryenî] de;

1. pêşîka divê vê bibêjim ku ti têkiliya vê festîvalê bi sebzeyan re tuneye. Festîvala vejeteryan a ku di nava kevneşopiyên herî balkêş ên cîhanê de tê dîtin, di heman demê de weke 'Festîvala Xwedayên Neh Împarator' tê naskirin. ev festîval di meha Îlon an jî Cotmehê de her sal tê pîrozkirin. armanca vê festîvalê neh rojan nexwarina goşt e. Ango kesên ku tevlî dibin neh rojan ji goştan dûr dikevin. gelê Çînê wisa bawer dike ku ev dûrketin dê bibe sedema tenduristî û aramiyê. Di vê ayînê de çalakiyên ecêb û masûlke jî pêk tê, mirov rûçikên xwe deq dikin û tiştên tûj ên mîna xencer li rûyê xwe û bedena xwe dipijînin. Gelek mirov ji bo ku bextê baş ji civakê re bînin û ruhên xerab ji civatê dûr bixin, gelek piercinga li laşê xwe dikin.



09.09.2021 10:42 | yûsiv