1. Alexandre Cabanel nîgarxêzekî Fransî ye, ku bi taybetî bi tabloya xwe ya Firîşteyê Ketî (Fallen Angel) tê naskirin û wekî mezintirîn hunermendê akademîk tê binavkirin. Ew di 28ê Îlona 1823an de li bajarê montpellier, Fransa hatiye dinê.
Cabanel di 17 saliya xwe de ketiye Akademiya Beaux-Arts de Paris û bi françois-Édouard picot re dest bi xebatê kiriye. Berhemên wî cara yekem di sala 1844an de li salona Parîsê hatine pêşandan û di 22 saliya xwe de bûrsa Prix de Rome wergirtiye. Di sala 1864an de wek mamoste li Akademiya Hunerên Bedew ê Parîsê dest kar kiriye û heta mirina xwe li wir mamostetî kiriye.
Cabanel li ser mijarên dîrokî, edebî, olî û mîtolojîk (Kleopatra, Shulamith, Phaedra, Desdemona, Ophelia, Francesca da Rimini, Adem hwd.) xêz kiriye û bûye celebek sembola Salona Parîsê. Tabloya nîgarxêzê akademîk a serkeftî, ya bi navê hilhatina venûsê (Naissance venus) yek ji baştirîn nimûneya nîgara akademîk a sedsala 19-an tê hesibandin. Ev tablo ji aliyê napolyon iii ve hatiye kirîn. Alexandre Cabanel Di 23yê kanûna 1889an de li Parîsê miriye.
tabloyên wî yên navdar:
fallen angel ~ firîşteyê ketî
Here lînkê
naissance venus ~ hilhatina venûsê
Here lînkê
phaedra
Here lînkê
kleopatra
Here lînkê
|