Tirşik - Profîl
tirşik-profîla yûsiv

profîla "yûsiv"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bûyerên ecêb] de;

5. ev bûyera qewimîye ji çêbûna min 10 sal berê pêkhatîye. ango salên notan. bûyera ku qal bikim elaqedarî hizbûllahî ye. ji xwe wê demê serê êlihê pê hizbullşeytanan re di belayê de bû. wekî axayan bûn û kolan kolan digerîyan. ev tişt xweşa dewletê diçû ma kurd namirin ew jî wê dixwastin. wisa difikirim ku ew kesên çete jî dewlet eyar kiriye û hiştine ku êrîşê kurdan bikin. ma we demê hindik kurdan kuştin. :/

werhasil apê min ê ciwan zanîngeha xwe xilas kiriye û bûye endezyar. li taxa me dev jê zanîngehê berde yên ku dibistana amadeyî xwendiye tuneye. apê min ji bo xelkê me mirovekî gelek girîng û jêhatî bû. werhasil
kadroya apê min derketiye û ji re keçik jî xwestine.

apê min dema rojekê diçe mala kekê xwe di rê de wî dibîne û diçe balê. wê demê hizbûllşeytan derdikevin pêşiya û wan gullebaran dikin. ev kîrkuzdêyan dixwastin kekê wî bixin lê tev gulle tên ser apê min ê endezyar û li wir jiyana xwe ji dest dide.

piştî çend salên din dergistîya apê min bi birayê apê min re dizewice. jixwe tiştê dizanim çanda kurdî de ev tişt heye û di tewratê de jî behsa vê tiştê dike. werhasil dema zarokên wan çêdibe navê zarokên xwe yên pêşîn navê apê min ê rehmet kiriye deytinin. çavê min tije bû dîsa. :/

min qet apê xwe nedîtiye lê nizanim çima wekî wî dîtî bim her tim di dilê min de ye. li vir wî bibîr tînim. :/



31.10.2020 22:05 | yûsiv