Tirşik - Profîl
tirşik-profîla soryazyus

profîla "soryazyus"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [besta beleka] de;

2. stranek ya herêma botan e û bestek li herêmê ye. jixwe mijara stranê jî li wir derbas dibe ji ber wê yekê navê stranê bû ye besta beleka. çiqas rast û çiqas derew nizanim rojekê ez û yekî Cizîrî li Amsterdamê rastî hev hatin. me li ser çanda botan piçekê civat kir nizanim çawa çêbû mesele hat li ser vê stranê. Got ''li cizîrê zilamek hebû ji jina xwe gelekê ditirsîya. jina wî bi hêncetokên beredayî her dem lê dixist. ji bo nexta jinikê jî du çêlek dabû malbata jinikê. rojekê dîsa jinik bi darekê (dibe ku tiştek din jî be ew der tam nayê bîra min) li mêrik dixe. mêrik jî ji mal direve û diçe besta belaka di şikeftekê de xwe vedişêre. jinik dikeve li pey zilamî û zilamî di şikeftê de dibîne. bi şimika xwe dikeve li ser zilamî tîne heta cizîrê û di rê de lê dixe heta malê. zilam hingî dixwaze nikare berde jî, dibêje 'cehnima çêleka bikin ka min berdin' welhasilêkelam zilam rûdine û li ser xwe van gotina dike û ji wir pê de stran ziman bi ziman digere tê heta vî zemanî''. Çîrokek wisa ji min re got çiqas rast e an çiqas derew e nizanim vêca



14.04.2020 19:25 | soryazyus