Tirşik - Profîl
tirşik-profîla reşwanî

profîla "reşwanî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [semsûr] de;

5. Parêzgeha kurdên henefî û elewî ye. Elewiyên semsûrê piranî di gundên girêdayî navendê de dijîn. Eşîra Xidirsor/Xisorê bi temamî elewî ye. Eşîra Kawê nîvi elawî û nîvi sunî ye. Reşî bi temamî sunî ye û piranî li hêla Kolikê dijî. Eşîra Mîrdêsan jî li Kolikê dijîn û sunî ne. Li Semsatê jî eşîra Bêzikan heye û ev eşîr jî sunî ye. Suniyên vê parêzgehê bi temamî henefî ne. Li rojhilatê parêzgehê, li navçeya Gergerê dimilî hene. Li navçeyên wek Gexte/Kolik, Semsat û Sincikê kurmanc hene. Li rojavayê parêzgehê li navçeyên wek Tût, Golbaşî, Bêsnî û Şembeyatê tirk û kurmanc di nav hev de dijîn. Li navendê jî piranî kurd dijîn lê hinek tirk jî hene. Tirkên semsûrê yên navendê wek “‘eboş” tên binavkirin. Tirkên navçeyan tirkmen in û cihê ne. Bajarekî sar û mihefezekar e. Kesên wek Osman Sebrî, Samî Tan, Mehmet Oncu, Şêxo Fîlîk û Rawîn Stêrk ji vî bajarî ne.



14.06.2022 09:50 | reşwanî