Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berijahr

profîla "berijahr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ketina cilan] de;

4. Mens ango regl e.

Êşa wê ji hin jinan re dijwar e lê hin jin pê nahesin jî. Lê mirov biêşe jî neêşe jî laşê mirov giran dibe û mirov ji wê rewşê aciz dibe. Bi taybetî jî di rojên mirov dixebite de quzulqurt e! Mehê rojekê ji jiyanê qut dibim, çima ji kar qut nebim? Divê rojên jin dikevin cilan betlane be. Teqez!

Ez bixwe her meh teqez rojekê naçim kar, nikarim. Îcar ku mirov neçe kar jî mirov wisa hîs dike ku divê mirov bêhtir biêşe, wicdan jî ne rehet e. Ku hinekî sax dibim wicdanê min aciz dibe. Dibêjim gelo belasebeb li malê mam? An jî roja din ku diçim kar sipîsax im û baş im, her kes dibêje çi bela te bû? Bes e êdî, em diêşin, bêhna me ji rihê me teng e û divê teqez em li malê bêhna xwe vedin!



01.07.2020 13:40 | berijahr