Tirşik - Profîl
tirşik-profîla stjîr

profîla "stjîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [payîz] de;

16. Ferîd Xan - Gazina Pelan
-
Payîz e, li me û li darê.
Payîz e
Em hêrs bûne û ketine
Em zuha bûne û weşiyane ji darê.
Niha ba û lingên çend kêvroşkên bicinabet,
Me di mava darên tazî de merezarî dikin.
Niha baranên ku ji hilma tengezariya şahê ezmên dibarin
Me, bêçarên ku ji şaxên dara xwe qetiyane û dûr ketine,
birîndar dikin.
Em bi zora bayên ku li me arezû hatine
Li çal û çixûran kom bûne û mane li bendeya rizandinê.
Em pel in.
Qasek bi şûn de

Dê berf li ser zerbûna me bibare
û me bişewitîne!
Qasek bi şûn de
Dê rengê beriya mirinê, rengê zer jî têrka me bide
û me bişîne nemanê!

Payîz e, li me û li darê.
Payîz e
Em hêrs bûne û ketine
Em zuha bûne û weşiyane ji darê l.
Niha ba û bagerrên har, em ji darên me weşandine
Ber bi çal û çixûran ve radikişînin.
Em evînên ku ji nişka ve bişkivî,
Xemgînên ku ji nişka ve giryayî ne.
Em pel in
Ji biharekê tên, nagihîjin tu biharan.



07.11.2020 14:27 ~14:32 | stjîr