Tirşik - Profîl
tirşik-profîla sitî cp

profîla "sitî cp"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [seyfiyê şoşî] de;

1. Seyfiyê Şoşî, di nîva dawîn a sedsala XVIIIan û nîva pêşîn a sedsala XIXan de li herêma behdînan jiyaye. (1750?-1821?) Malbata Seyfî li vê derdorê bi terîqeta xelwetî û Qadiriyê namdar bûye, temenê wî jî di nav vê kevneşopiyê de derbas bûye. Seyfî helbestvanekî mutesewif ê edebiyata kurdî ya klasîk e. Wî rêbazên edebiyata klasîk di helbestên xwe de bi kar anîne.

Seyfiyê Şoşî destnivîseke hêja bi şêweya mecmu’eyê (keşkûl) nivîsiye û ew heta roja îro hatiye. Di nav wê destnivîsê de cure cure helbest û berhem hene û ev destnivîs gencîneyeke edebiyata Kurdî ya klasîk e. Seyfiyê Şoşî ev destnivîs di navbeyna salên 1780-1786an de nivîsiye. Ev berhem cara yekem bi xebata Tehsîn Îbrahîm Doskî û Muhsîn Îbrahîm Doskî derketiye meydanê û Şoşî bi vê awayê hatiye naskirin.

müslih sezer - Ji Herêma beHDînanê Helbestkarekî Pirziman: seyFiyê ŞOŞî - Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Yıl/Year/Sal:2 Cilt/Volume/Cîld:2 Sayı/Issue/Hejmar:3 ss. 131-147



10.11.2020 23:05 | sitî cp