Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mele amon ra

profîla "mele amon ra"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şakiro û strana elmecîd beg] de;

1. Slav ji wera mirovên qenc, ev nivîsamin a yekem e, ji berwe kêmasî hebin jî effû..

Çîroka wê stranê, min beriya 4 sal berê lewzê devê camêrekî bihîst û matmam, min jî çîroka stranê wek ku vîdeoyê de hatiye nivîsandin zanibû, lê camêrekî min re behsa çîroka eslîkir, min çi ji wî camêrî guhdar kiribe ji wera dinvîsim, min çend kesên rû sipî jî pirsî cuda cuda çîrok hatin gotin.

Çîrok li navçeya Agirîye ditaxê derbas dibe,Gor ku stran dibêje yê ku êrîşê ser topa ûris kirye elmecîd beg nîne, xulamê mala wan Ehmed e, Ehmed mirovekî xwirt û zîrek bûye şerker bûye, hêj nuha behsa mêrantiya Ehmed ditaxê tê kirin, Elmecîd beg dibêje xulamê xwe Ehmed, here komek esker bide peyxwe here êrîşê ser alaya rûsa bike, Ehmed jî diçe êrîş dike û topê ji destê alaya rûsa distîne, Dînê dide axaye xwe, axayê wî jî Ehmed xulamtiye derdixe û erd û milk didê..

Çîroka wê kurtasî ev bû, nizam hevalên ku derheq wê mijarê tiştek bizanibin hebin bila jin kerema xwera binvîsin..



16.06.2020 19:43 ~20:12 | mele amon ra