Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dêran] de;

5. (bnr: bêjeyên kevn ên kurmancî) ev lêker di berhemên ehmedê xanî û melayê cizîrî de tê dîtin lê niha di nav gelî de gelek kêm pêde dibe. bi wateya "hebûn"ê tê. di nav zaravayên kurdî de di kirmaşanî de jî wek داشتن (daştin) heye. di farsî de jî داشتن (daşten) e. herwiha hevreha -dar û -dêr e, wek navdêr, hêvîdar, metirsîdar. lê -dêr dirusttir e çimkî ji reha dema niha ya dêranê tê (reha dema niha -dêr-, didêrim, didêrî, didêrin...). -dar jî ji reha dema niha ya daştena farsî tê (reha dema niha -dar-, mîdarem (didêrim)). yanî xuya ye ku -dar ji farsî ketiye kurdî û awayê rast -dêr e.
an jî dibe ku di kurdiya kevnar de jî wek daştin be û -dar ji wir mabe û dûre daştin bûbe dêran lê -dar wek xwe mabe. wek "î" ku di kurdiya kevnar de "ev" bû lê hîn jî di hin ciyan de maye; wek îsal, îro, îşev hwd.

bikaranîn (kurmancî):
• min malek didêra. (maleka min hebû.)
• gelên bindest birînên bijan didêrin. (birînên bijan ên gelên bindest hene.)
bikaranîn (kirmaşanî):
• tu du bira û çwar xweyşig dêrîd. (tu du bira û çar xwişk didêrî. / du bira û çar xwişkên te hene. / te du bira û çar xwişk hene.)

bêjenasî: hevreha kirmaşanî داشتن, farsî داشتن ji zimanên îranî. herwiha hevreha -dar û -dêr.



13.03.2021 20:56 ~21:53 | keyomerd