Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [earthsea] de;

1. cîhaneke xeyalî ya nivîskar Ursula K. Le Guin'ê ye. em dişên wek ''erdderya'' an jî ''erderya'' bikin kurdî. li ser wê 6 pirtûk nivîsîne. pirtûka yekem di sala 1968an da bi navê ''efsûnbazê erderyayê'' hatiye weşandin. ya şeşem û dawîn jî di sala 2001an da bi navê ''bayê din'' hatiye weşandin. pirtûk serpêhatiyên efsûnbazekî bi navê ged vedibêjin. bi rêya ged'î heta domahiya şeş pirtûkan em li tevayiya cîhana erderyayê digerin û wê nas dikin. herwiha tê gotin ku di dahatûya nêz de dê fîlmê wê jî bê kişandin. di sala 2006an da bi navê gedo senki (çîrokên erderyayê) ji aliyê derhênerê japon Gorō Miyazaki ve anîmasyonek hatibû çêkirin.



22.08.2020 13:42 | keyomerd