Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [etîmolojiya peyvên kurdî] de;

4. etîmolojiya peyvên kurdî/127491 gorî wîkîferhengê etîmolojiya karînê:

ji ermenî, bi ermeniya rojava կարնալ (karenal/garenal), ermeniya rojhilat կարողանալ (karoġanal), têkilî ermeniya kevn կարող (karoł: xurt, bihêz) ji կար (kar: hêz, îmkan). Di lêkera ermenî de di nava peyvê de hem "r" û hem jî "n" heye loma di hin devokên kurmancî de "karîn" û di hinan de jî "kanîn" e. Di devokên kurmancî yên dûrî ermenî de û di zaravayên din yên kurdî û di zimanên din yên îranî de peyda nabe loma ihtimala ku ji ermenî be gelekî mezin e. Bi hin devokên kurmancî şiyan e ku hevreha şiyan (mimkin bûn) ya soranî, şayed ya ji farisî û şikenayene ya zazakî ye. Di soranî de tiwanîn (rehê dema niha "-tiwan-") e ku hevreha توانستن (tevanesten) ya farisî ye ku rehê wê yê dema niha "-tevan-" e. Ne têkilî can (bixwîne: ken yan kan) ya inglîzî û hevrehên wê yên zimanên cermenî ye ji ber ku eger ew hevreh bûna, "k" ya proto-hindûewropî divê di kurdî de bûbûya "s" û di zimanên cermenî de jî "h". Idiaya Beghyani, ku dibêje ji kirin e, bi ti belgeyan nehatiye peyitandin. Hesendost bi xeletî li ber peyva "tevanisten" ya farisî nivîsiye: "kirmaşanî: twanîn, karîn, û: karîn, kan, kanî". Di rastiyê de li ber "karîn, -kan-, kanî" diviyabû ku "kurmancî" hatibûya nivîsîn. Bi Kirmaşanî û lekî tüenîn / tüenisin e.



12.10.2020 12:33 | keyomerd

2. etîmolojiya peyvên kurdî/127473 gorî wîkîferhengê etîmolojiya xoceyê:

hevreha farisî yan ji farisî خواجه (xwace), hevreha xweda û xatûn ji peyva xwe, ji zimanên îranî. Peyv ji zimanên ketiye gelek zimanên din jî: erebî خواجة (xewace), osmanî خواجه (xoce/hoce, xace/hace), azerî xacə, tirkî {hoca, ozbekî xoja, [8xoʻja]], qazaxî Қожа (Qoja), urdûyî خواجہ (xwaca), hindî ख़्वाजा (xwājā), albanî Hoxha, sirbo-xiwatî hȍdža / хоџа, yûnanî χότζας (xótzas), Χατζάκης (Xatzákis)...



09.10.2020 20:37 | keyomerd