Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [axaftin û axivîn] de;

1. gelek kurd (ji bilî dihokî û colemêrgiyan) van lêkeran têkel dikin. bo nimûne dibêjin "axaftina navbera papa û nêçîrvan barzanî" ev bikaranîneke çewt e.

wate:
axivîn: peyivîn, ştexilîn, xeber dan, qise kirin, gep kirin, deng kirin

axaftin: peyivandin, ştexilandin, dan xeberdan, dan qisekirin, dan gepkirin, dan dengkirin, yanî bi zorê bi kesekî/ê dan axivîn, herwiha ji bo vê em dişên bibêjin axivandin jî (wek guhertin û guherandin ku hevwate ne)

tewang:
axaftin gerguhêz e axivîn negerguhêz e. yanî "ez axivîm" û "min axaft". bo dema niha jî dibe "ez diaxivim" û "ez diaxêvim".

bêguman ev lêker di nav me de ne berbelav bû. qasî dizanim hew li dihok û colemêrgê bi kar tê. bi saya zimannasan berbelav bû lê zimannasan jî ew bi awayekî çewt belav kir. mînakên wa pir in. divê zimannas baldartir bin bo bingeha lêkeran xera nebe. an jî kesên ku ev lêker li devoka wan tune ne divê baş lê bikolin û wilo bi kar bînin.

awayê rast ê mînaka yekem divê wa be "axivîna navbera papa û nêçîrvan barzanî"
çimkî kes bi zorê bi wan nade axivîn, kes bi zorê wan napeyivîne.



07.03.2021 12:55 | keyomerd