Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivatin] de;

1. nivatin (reha dema niha -nivêj-) lêkerek e ku di nav êzîdiyan de bi kar tê. bi wateya "stranên şînê gotin" tê.

bikaranîn:
•pîr rûdinê, dinivêje.
•jina kurd çi xembar dinivêje.
•li gêlî bû şîrqîn, zinaran nivat.

bêjenasî:
Hevreha farsiya maneşî niwāz- ("stran, kilam gotin") ji proto-îranî ni- + vāč ku herwiha hevreha dema niha bêj- a lêkera gotin.



07.03.2021 13:39 ~13:49 | keyomerd