Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peratin] de;

1. peratin (reha dema niha -perêj-), herwiha perêhtin. bi wateya şewitandinê tê, peritîn jî şewitîn e. peritîn hîn jî li qoserê bi kar tê lê gelek kêm e. dema hewa pir germ be em dibêjin ez peritîm, lê wekî din em şewitînê bi kar tînin.

bikaranîn:
•xema 'işqê perêhtim ez. (melayê cizîrî)
•lew perat ev dil ku hingavt hem bi şîr û hem bi xişt. (şêx şemsedînê exlatî)

bêjenasî:
Ji proto-îranî par- + tač

têbinî: em peritînê bi r-ya req bilêv dikin. lê peratin jî bi r-ya req e yan nerm e nizanim. eger kesek dizane ji kerema xwe bila ji min re jî bibêje.



07.03.2021 13:49 ~13:51 | keyomerd