Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bihatin] de;

1. bihatin (reha dema niha -bihêj-) herwiha bahatin, bihaştin, behêtin, bihuştin, bihoştin; bi wateya helandinê tê. di berhemên ehmedê xanî û melayê cizîrî de helandin tune ye. ev peyva erebî di demeke nêz de ketiye kurdî (qesta min ji nêzê 200-300 e).

bikaranîn:
•zewb bihatin, zeneb dûv e, biraştî şewa (ehmedê xanî)
•firaqa dilbera rind e, behêtim herwekî find e (melayê cizîrî)

bêjenasî:
Hevreha pehlevî widāxtan/widāz-, parsî widāxtan/widāz-. Ji widaxten > bidaxten > bihaxten > bihatin.

herwiha:
bihatin: helandin
bihijîn, bihujîn: helîn



07.03.2021 14:03 ~2021.05.20 00:42 | keyomerd